Em 1ê Mijdarê Roja Kobanê Pîroz Dikin Em di 1ê Mijdarê Roja Kobanê de li dijî şer û pevçûnan mafê aştiyê diparêzin

Saziya bi navê IŞÎDê ya tundraw û cîhadperest û jenosîdker meha Gelawêjê ya sala 2014an, êrîş birin ser Kurdên Êzidî yên li Şingala derveyî tixûbê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Başûr dijîn; bi hezaran jinên Kurd hatin revandin û qetlkirin, bi sedan jin jî hatin firotin. IŞÎD bi vê yekê jî nesekinî û erîşî hemû kesên ne di heman mezhebê xwe de kir. Sala 2015an, pêşî li Rojava, bi berxwedaneke 134 rojî, Kobanê ji êrîşên IŞÎD’ê hat rizgarkirin, dûre jî Şingal bi berxwedanên dîrokî hat azad kirin. Gelê Kurd, di berxwedaneke bêhempa de gefên jenosîdê ji xwe dûr kır. Lê belê gefên li dijî Kurdan berdewam in.

1’ê Mijdarê, li dinê, ji bo hemû kesên ku aştî û mafên mirovan diparêzin rojeke girîng e. Komek akademisyen, nivîskarên xwedî xelata Nobelê ya Aştiyê, komek parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl, 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin.

Em, parêzvanên mafên mirovan berxwedana 134 rojî ya gelê Kurd a li dijî IŞÎD’ê silav dikin. Em careke din dibêjin ku em li hemû cîhanê aştî û demokrasiyê dixwazin.

Komeleya Mafên Mirovan, ji roja avakirina xwe û vir de, li Rojhilata Navîn û li vê xaka ku em lê dijîn, bi biryarî û rikdarî mafê aşitiyê parastiye û diparêze. Li vê xaka ku bi siyasetên şer û pevçûn û ewlekariyê dagirtî ye, em wekî komeleyeke mafê mirovan, dijwarî û zehmetiya parastina mafê aşitiyê ji nêzîk ve û baş dizanin.  Ligel hemî zordarî, daraziya tacîzkar, fişar û binçavkirinan, me xwe ji parastina aşitiyê nedaye paş. Di van salên dawî de ku qada sivîl hatiye teng kirin û parêzvanên mafên mirovan di bin zextan de hatine çewisandin, û mafê îfadekirin û civînê hatiye paşguhkirin, Komeleya Mafên Mirovan hewl daye ku bibe hilmek ji bo aşitiyê.

Komeleya me ji 1ê Îlona sala 2022yan vir de, 26 meh e, li dijî helwestên red û înkarkirin û yên li ser esasê ewlehiyê avakirî ku di mesela Kurdan de bûne siyaseteke serdest û hikumran, çalakiyên Nobedariya Aşitiyê pêk anî. Di vî 26 mehî de, ji bo avakirina aştiyeke civakî, ji bo geşepêdana çanda aştiyê, em bi hemî şaxên xwe li qadan bûn. Her în, di nobedariya me ya 26 mehan a aşitiyê de, bi saziyên girseyî yên demokratik re, bi saziyên civakî yên sivîl re, me hewl da xwe ku aştiyê biqîrin û ku em bibin dengê birrên civakî yên mafên wan binpêkirî.

Em bawer dikin ku bi van çalakiyên xwe yên aştiyane yên li ser meseleya Kurdî, em bûne wesîleya axaftina polîtîkayên demokratik û aştîxwaz. Çendî ku em hîn gelek dûrî pêvajoyeke aştiya  bi gavên şênber honandî ne jî, em carek din dixwazin bibêjin ku axaftina li ser aşitiyê jî gelek bi nirx û girîng e. Wekî ku di her têkoşînên civakî de diqewime, di têkoşîna aştiyê de jî divê li gorî şert û mercên nû rê û rêbazên nû bên dîtin û bi vî hawî tekoşîn bigîje asteke bilindtir. İHD, di lijneyên xwe de, di nirxandinên xwe yên li ser geşepêdanên vê dawiyê de, biryar daye ku têkoşîna aşitiyê bi alav û rêbazên cuda û bi awayekî bibandor bidomîne.

Em careke din, 1ê Mijdarê roja Kobanê pîroz dikin. Em daxwaz dikin ku li Kobanê û herêmên din ên di bin êrîşên IŞÎDê de, binpêkirinên giran ên mafên mirovan û berpirsiyarên van binpêkirinan bên tesbîtkirin, û em bangî raya giştî dikin ku hewl bidin xwe ji bo sûcdarên jenosîdê li Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî bên darizandin.

Emê li dijî şer û pevçûnan, têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin.

Bijî Aştî

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN