Aştî û Aştî

Birêz Gelê Amedê!

Silav û Rêz!

Faşîzmiya Hitler 1ê Îlonê ya sala 1939an de êrîşê Poloniyê kir. Ev roj roja destpêkirina şerê dûyemîn a cîhanê bû. Her sal ev roja reş, piştê vî şerê hat bibîranîn. Sala 1984an de Neteweyî Yekbûyî, 1 Îlonê wek "roja aştiya cîhanê" daxuyandin.

Ji bo ku gelên cîhanê di nav aştiyê de bijî, ango ji bo aştiya cîhanê gellek fîlozof û sîyasetmedar raman afirandiye, di tevahiya cîhanê de, sazî hatine afirandin û bingehiya hihûkî hatiye amade kirin. Lê belê, piştê şerê dûyemîna cîhanê jî, şer nehatiye sekinandin û pêncî salê dawî de kêmtirîn 50 mîlyon mirov, di nav şeran de jiyana xwe dest da ye. Têkiliya şer û aştiyê, bi teqezî, bi hemû rewşa demokrasi, mafê mirovan û azadiya cîhanê re, heye. Têkiliya şer û aştiyê, bi teqezî, her tim artêş afirandinê, çek çêkirinê, danûstendinê û çekgirtinê re, heye. Têkiliya şer û aştiyê, bi teqezî, bi têkiliyên ku bikar anina derfetên cîhanê de, wekhev nînin, hirsên karê pawanên navneteweyîyê ku pêşî nayê girtin re, heye. Îro, bingeha sedema ku aştî biserkeftî nîn e, di cîhanê de hebûna wekhevnebûna civatî û aboriyê; sedema vê jî çaran sisiyê cîhanê de hebûna rejîma birêvekirina bi otorîter-totalîteriyê ye. Disa, ji bo par kirin, bela kirina mafî bibîne û têkiliyên netew û dewletan ku bi awayekî aştiyane pêş ve bibe, di cîhanê de tunebûna bingeha hiqûkî û sazîbunê ku xwedî hêza çareserê nîn e, ye. Îro di cîhanê de 206 dewlet hene. Di hemû cîhanê de sedî 80 dahatên kar û malên ku tê hilberin, diçe sedî 20ê jimariya cîhanê, ango dewletên pêşveçûyî re. Sedî 80ya jimariya cîhanê di nav birçîbûnê û tunebûnê de dijîn. Ev jimar disa rejîmên dijî demokrasiyê, tên birêve kirin. Nexwe, di cîhanê de pirsgirêka çareserkirina aştiyê, di vê demê de jî, pirsgirêka mafên mirov û demokrasiyê ye. Di vê demê de pirsgirêka xwedî bûna mafên civatî û aboriyê ye.

Niha, di cîhanê de pergala ku ji bo parastina aştiyê heye, eşkereye ku nikarê aştiyê biparêze. Di serî de DYA, gellek dewletên kapîtalîst- emperyalîst û şîrketên pirnetew ku di nav van dewletan de navendiyê wan heye, bi gotineke din pawan, naxwazin ku pergala cîhanê di bingehiya aştiyê de bê ava kirin. Pirtirîn hirsa karên pawanan, mirov û nirxên wî digire bin lingê xwe. Di bin navên "şerên pêşîgirtî" an jî "bi terorîzmê re şer" de azadiyên û mafên mirovan tên bin pê kirin. Bi dawîbûna van nêrîn û polîtîkayan, welatê cîran Iraq, di bin dagirkeriyê de ye. Vîna gelê Îraqê nayê hesibandin. Li ser gelê Îraqê her tewr lîstik tê leyistin. Dest dane ser dewlemendiyên bin ax û ser axa Îraqê û tê talan kirin.

KMM, li hemberê dagirkeriya Îraqê û di şer de hemberê alîbûna Tirkiyeyê derketin. Di vê helwesta me de guheriyek tune ye. Niha jî, di bin navê " hêza aramî" ji Îraqê re şiyandina leşkeran a Tirkiyeyê, rojevê de ye. Îro em li hemberê vî jî nin. Em naxwazin ku Tirkiye bibe hêza dagirker. Dagirker, divê Îraqê terk bikin. Gelê Îraqê li ser qedera xwe xwedî soz e. Divê biryara birêvekirina çawa, kî dewleta wî birêvebike, gelê Îraqê bide. Tirkiye, ji bo ku ji vê talanê par bigire na, divê ji bo qedandina dagirkeriyê, derketina azadiya vîna gelê cîranê xwe û bidestxistina van mercan, bixebite.

Di hemû kolan û kuçeyên Amedê de, afîşên ku gotinên Ataturk lê nivisandiye, daliqandiye. Em behsa drûşmeya "di welatê de aştî, di cîhanê de aştî,"dikin. Ev bêriyek û daxwazek e. Cara yekem e ku KMM ev drûşmeyê kurdî da çap kirin. Aştî ev e hevalno! Aştî, cudatiya azadiya kesan û dîsa cudatiya ziman û çandê ye. Aştî; birêz hevalno, wek di sala 3 Tebax 2003ê de hatibûn kirin, rakirina cezaya daliqandinê ye.

Aştî, mafên wekheviyê yê hemwelatiyên komarê ye. Aştî, daxwaza demokratîkbûna komarê ye. Di Tirkiyeyê de ji aliyê civakî û aborî de daxwaza jînbûna rêgeza dada civatiyê ye. Aştî, pergala otoriter-leşkerî ku bi çarçoveya 12 Îlonê hatiye xêz kirin, biserxistina gûherîn û vegûherîna demokrasiyê ye. Aştî, qedandina lêqewîmiyên 12 Îlonê û şerê ku 15 sal dom kiriye û biserketina travmayên şer ku bûye sedema jiyana deh hezaran hemwelatiyên Tirk/Kurdan e. Pêk anina derfetên vegerendina azad ku milyonan mirov hatiye koçkirinê ye. Aştî, avakirina azad/disa ya gundên ku hatiye valakirinê ye. Aştî, ji bo amade kirina bingehiya van, serî lêxistina rêya afûyeke gişti ye. Aştî, bi hemwelatiyên Kurdên xwe re ava kirina diyalogê ye. Aştî ji tundiyê xelasi ye. Navgînen tundiyê, wek rêz û rêgezên ji bo biserketina armanca siyasiyê nehilbijartin e. Peywira ku dikeve ser dewletê jî amade kirina van mercên wî, derfetên wî û rewşa wi ye. Pêkanina vî, demokrasiyeke gişti ye. Hevhembêzkirin di nav demokrasiyê de, ê pêk bê.

Birêz Gelê Amedê,

1ê Îlonê roja aştiya cîhanê de bi rûmeta mirov, rojên aştiyane hêvî dikim, rêzdarên xwe pêş berê we dikim.

HÜSNÜ ÖNDÜL

KOMELA MAFÊN MİROVA

Bir cevap yazın