Bila Qetla Tahir Elçi bê Roni Kirin!

Endam û rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan, hevalê me yî hêja Tahir Elçi, di 28ê Mijdarê 2015an de, heşt sal berê, li navçeya Sûrê ya Diyarbekir/Amedê, li bin Minareya Çar Pê, dema ku ji bo rûxandinên sedemî pevçûnan qewimîne bi raya giştî re parve bike û li mîrateyên çandeyî xweyî derkeve daxuyanî dida, hat qetil kirin.

Tahir Elçi parêzvanekî ji dil û can ê mafên mirovan bû. Me li Komeleya Mafên Mirovan bi hev re kar dikir. Ew, di hemû şandeyan de, ên ku me ji bo vekolinên kuştinên kujernediyar, qetlîamên kontgerîlla, gundên şewîtandî û binpêkirina mafan li dar dixistin, cih digirt.

Tahir Elçî herwiha parêzer bû û bi parêzeriya xwe jî ji bo gelek kuştinên kujernediyar û windakirinên di binçav de bên ronîkirin di nav xebat û têkoşîneke mezin de bû. Ew parêzerekî wisa bû ku hemû jiyana xwe bo têkoşîneke li dijî bêcezahiştinê terxan kiribû. Ji ber vê yekê jî demeke dirêj serokatiya Baroya Amedê jî kir.

Ji qetilkirina Tahir Elçi vir de heşt sal derbas bû. Lê mixabin, ji aliyê dadgeriyê de dîsa bêcezahiştineke mezin heye. Piştî pirsyariyeke dûvedirej, di dozeke ku gelek bi derengî hatiye vekirin, ti pêşveçûnek nîne. Delîlên têrek nehatine berhevkirin, desthilatdarên wê demê nehatine guhdarkirin û mixabin dadgerî di vî warî de heta îro berpirsiyariyên xwe neanîye cih.

Em, parêzvanên mafên mirovan û hevalên Tahir Elçi, di heştemîn salvegera qetilkirina wî de, daxwaz dikin ku doza Tahir Elçi bê ronî kirin. Em dixwazin failên rastîn bên dîtin û ceza kirin. Em ê di vê rêyê de têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.

Komeleya Mafên Mirovan