“Evlad-ı Kerbelayime. Bê gûnayme! Ayıbo! Zûlumo! Cînayeto..!
Di 15yê Sermaweza 1937an de li Dêrsimê, rêberê Elewiyên Kurd Seyîd Riza (74 salî bû lê temenê wî piçûk kirin), kurê wî Resik Huseyîn (16 salî bû lê temenê wî mezin kirin) û bi tevayî 7 kes (li gorî hin rîwayetan 11 kes) bê ti rêbazên qanûnên di meriyetê de, û bê înfazkirina bi darazî, li Qada Genim a Elezîzê hatine dardekirin.
Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Emniyetê yê wê demê İhsan Sabrî Çağlayangil di bîranînên xwe de û di gotinên xwe de ku ji serekê partiyekê re gotiye, teyîd kiriye ku li Dêrsimê, wek ku tê îdîa kirin, ti serhildan û raperîn çênebûne.
Tevdîra Îslahata Şerqê ya sala 1925an, Zagona li Ser Kargêriya Wîlayeta Dêrsimê ya sala 1936an û bi avakirina Serperiştiya Giştî ya 4emîn ku li ser bingeha Tevdîra Îslahata Şerqê hatibû sazkirin û ku Dêrsim jî di bin rêveberiya vê serperiştiyê de bû, diyar e ku armanca van pêkanînan, pêşî gav bi gav tunekirina rêberên Dersimê û sirgûn û qetilkirina kesên raber û gelê herêmê bû çewa ku li ber avakirina “dewleta neteweyî” wek astengeke girîng dihatin hesibandin.
Wek ku di girteyên Civîna Serperiştiyên Giştî yên di 5-22yên berfanbara 1936an de hatiye lidar xistin tê gotin “Dêrsim, ku wek navenda Kurdîtî û eşqiyatiyê tê dîtin, (…), hatiye fetih kirin û bûye perçek ji komara Tirkiyê ku jê nayê veqetandin. Asayîşa vê herêmê ji sedî 99 berkemal e”, ev destnîşankirin, di derbarê paşxana dardekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, gelek agahiyên raveker derdixe holê.
Lêkolînên li ser qeydên fermî hatine kirin diyar dikin ku di komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-38an de 13.160 jin û zarok hatine kuştin û 11.818 kes jî sirgûn bûne. Nifşek ku bi navê Keçên Winda yên Dêrsimê tên zanîn, ji malbatên xwe hatine dûrxistin û ew wek zirkeç an wek jin dane malbatên biyanî; ev rasteqîn, rewşeke din a komkujîyê ye. Ger mirov gelheya têhev a îroyîn a Dêrsimê ku 89.515 e li ber çav bigre, zelaltir dibe ku 87 sal berê li Dêrsimê komkujiyek çêbuye.
Her çend ku 87 sal derbas jî bûbe, Seyîd Riza bi çi hatiye tawanbar kirin û darazeke çewa hatiye lidarxistin hê jî nehatiya şayesandin û girteyên dadgehê, weke ku di qetlîama Mereşê de jî rewş ev e, bi hinceta “raza dewletê”, ji raya giştî re nehatiye diyarkirin. Ciyê ku Seyîd Riza hatiye veşartin hê û hê jî ne diyar e.
Sala 2011an, serokwezirê wê demê Recep Tayyip Erdoğan, di Civîna Berfireh a Serokên Parêzgehan a AKPê de li ser Komkujiya Dersimê axiviye; Raporta Dêrsimê ku bi destê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hatiye amadekirin nîşanî beşdarvanan daye û agahiyên li jor teyîd kiriye û CHP’ya wê demê tawanbar kiriye. Recep Tayyip Erdoğan gotiye, “Ger li ser navê dewletê lêborîn xwestin bivê, lîteratûreke wiha hebe, ezê lêborînê bixwazim û dixwazim. Dêrsim, di dîroka me ya nêzîk de yek ji bûyerên herî giran û trajîk e. Dêrsim, karesateke li benda ronîkirinê ye”, lê Erdoğan hetanî îro ji bo lêborîna xwe bîne cih ti gavekî şênber neavêtiye.
Em, Komeleya Mafên Mirovan, bangî iqtidarê, bangî Parlamentoya Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê (PMNT) û bangî partiyên siyasî yên ku komên wan li PMNT’ê hene dikin û dibêjin:
- Divê xebatek ji bo “nasîn, lêborîn xwestin û tazmînkirin”a Komkujiya Dêrsimê bê pêkanîn.
- Ji bo îadekirina giramî û rêzgirtina Seyîd Riza û hevalên wî divê qanûneke taybet bê çêkirin.
- Divê cihên mezelên Seyîd Riza û hevalên wî bên diyarkirin.
- Divê lêborîn ji gelê Dêrsimê bê xwestin û navê Dêrsimê ji nû ve lê bê vegerandin;
Komeleya Mafên Mirovan