Newroz Pîroz Be!

21’ê Adarê roja Newrozê, çewa ku bi wateya roja nû wek mizgîniya biharê ye herwiha jî vejîn e.

Em, Komeleya Mafên Mirovan, Newrozê pîroz dikin.

Newroz, li dijî zordarî û zalimtiya Dehaq ji têkoşîna Kawayê Hesinker vir de li gelek welatan bi gerdîşî tê pîroz kirin. Mirov dikare Newrozê weke rojeke têkoşînê pênase bike ku ji mêj ve bi têkoşîna bindestan teşe girtiye. Ji bo Newroz bê pîrozkirin, wek li gelek welatan li welatê me jî têkoşîneke dûvedirêj hatiye dayîn; di salên 90î de li bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn pîrozkirina Newrozê hatiye qedexe kirin, herwiha li gelek bajaran hemwelatiyên ku xwestine Newrozê pîroz bikin hatine qetilkirin, gelek jî brîndar bûne. Newroz, bi têkoşîneke dîrokî û bedeldayînan îro bûye rojeke ku bi girseyî tê pîrozkirin.

Li Tirkiyê, nemaze bi têkçûna teşebisa pêvajoya çareseriyê ku di salên 2013-2015an de dest pê kiribû û şerê çekdar ku ji 24ê Tîrmehê sala 2015an vir ve didome û bi rewşa şerê herêmî, pirsgirêka Kurd bêçareserkirin maye. Ev yek, bûye destpêka pêvajoyekê ku her diçe Tirkiye zêdetir otorîter dibe û zor dide hemû dijberan bi taybetî jî Kurdan ku di bin rejîma zordariyê de bijîn. Di vê dorhêla zordarî û çewisandinê de maf û azadiyên bingehîn paş ve diçin; bi rêya zêdebûna nişadperestiyê û lihemberderketina Kurdan, em li Tirkiyê di heyameke ku daxwaza aşitiya civakî tê perçiqandin de dijîn.

Van demên paşî, şerê di navbera Îsraîl û Fîlîstîn de, tevgera Tirkiyê ya ne aşitîxwaz li hemberî Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û Rojavayê Kurdistanê, rewşeke wisa ye ku daxwazên aşitiyê yên gelên Rojhilata Navîn tên paşçavkirin û siyasetên şer bi israr didomin.

Piştî siyaseta tecrîdê ya ku zêdetirî çar salan berdewam kir, têkilî û hevdîtin bi Abdullah Öcalan re hat li dar xistin û ji 27ê Sibata 2025an vir ve Bangewaziya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku pêşbîniya bêçekkirina PKKê jî dike bi raya giştî re hat parve kirin. Di yekê Adarê de jî PKK bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo çekdanînê amade ye û agirbest îlan kir û herwiha, ji bo kongreya PKKê bicive banga afirandina şert û mercên li gorî vê yekê kir. Di vê demê de ku bi van geşedanî û daxuyaniyan re hêviya raya giştî zêde bûye, partiya desthilatdar, ji alîkî ve li Rojava û li deverên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê operasyonên leşkerî kiriye û ji aliyê din ve siyaseta binçavkirin û girtinê li dijî HDK (Kongreya Demokratîk ya Gel) û siyasetmedarên din ên Kurd û sosyalist domandiye. Di heman demê de, tayînkirina qeyûman jî berdewam kiriye. Di 19ê Adara 2025an de, serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî di nav de, biryara binçavkirina 106 rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û siyasetmedar hate dayîn û 86 kes ji wan hatin binçavkirin. Ev operasyonên otorîter ên iqtidarê hêviyên di derbarê aştiyê de her diçe zenûntir dike.

Bi wesîleya Newrozê ya sala 2025an em dixwazin bi bîr bixin ku têkoşîna mafên mirovan, demokrasi û aşitiyê, li gel hemû siyasetên stem û zordestiyê didomin. Newroz, nîşana têkoşîna ji bo demokrasi û aşitiyê ya bindestan, di serî de jî ya Kurdan e. Ji ber vê yekê, her çiqas tade û zordestî hebe jî, ên dûçarî van zordestiyan dibin, her sal di Newrozê de daxwazên xwe bi dengekî bilindtir tînin ziman. Ev bi xwe jî wateya rasteqîn a Newrozê ye. Newroz, li vê erdnîgariyê, ligel hemû zordestî û fişaran bi girseyî tê pîrozkirin; li qadên Newrozê daxwazên aşitiyeke serfiraz û azadiyê tên bilêvkirin.

Em bangî desthilatdariya siyasî dikin da ku li gorî bangewaziya “Aştî û Civaka Demokratik”, sazkirinên zagonî yên ku demokrasî û azadiyan pêk tînin, rojek berî rojekê bi cih bîne û bi raya gişti re parve bike. Em dixwazin careke din bi bîr bixin: ji bo xwebêçekkirin bi hêsanî pêk bê, divê operasyonên leşkerî bi dawî bibin û şert û mercên ku Abdullah Öcalan kongreya xwebêçekkirinê li dar bixe bên amadekirin. Herwiha em dixwazin dupat bikin ku, xwebêçekkirin û rawesta pevçûnan têra avakirina aştiyê nake; ji bo aştiyê divê mekanizmayên ku karibin pirsgirêkên civakî û komelî yên sedemî şer û pevçûnên çil salane çareser bikin û heqîqet û dadmendiyê ava bikin bên damezirandin û divê şert û mercên beşdarbûneke çalak a rêxistinên civakî yên sivîl bên amadekirin. Em raya giştî agahdar dikin ku, ji bo aşitiyeke serfiraz li vî warî û li hemû dinyayê pêk bê, em ê wek Komeleya Mafên Mirovan xebatên xwe bidomînin.

Daxwaza me parêzvanên mafên mirovan ew e ku îsal pîrozbahiya Newrozê li hemberî şer û pevçûnê aşitiyê bîne, bibe destpêka rêya pêvajoyeke nû ya aşitiyê û bi vî hawî îsal bibe sala ku em bigîjin azadiyê.

BIJÎ NEWROZ!

BIJÎ BIRATIYA GELAN

BIJÎ AŞTÎ

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN