Rûbirûbûna Komkujiya Dersimê

Îro, 87emîn salvegera komkujiya Dêrsimê ye. Em kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.

Tevdîra Îslahata Şerqê ya sala 1925an, Zagona li Ser Kargêriya Wîlayeta Dêrsimê ya sala 1936an û bi avakirina Serperiştiya Giştî ya 4emîn ku li ser bingeha Tevdîra Îslahata Şerqê hatibû sazkirin û ku Dêrsim jî di bin rêveberiya vê serperiştiyê de bû, diyar e ku armanca van pêkanînan, pêşî gav bi gav tunekirina rêberên Dersimê û sirgûn û qetilkirina kesên raber û gelê herêmê bû çewa ku li ber avakirina “dewleta neteweyî” wek astengeke girîng dihatin hesibandin.

Di çarçoveya Zagona Tuncelîyê ya roja 25.12.1935an a bi hejmara 2884 û bi biryara Lijneya Wezîran a 4ê Gulana 1937an, operasyonên leşkerî li dijî Dêrsimê destpêkiribûn û bi deh hezaran Kurd/Elewî hatibûn qetlkirin. Operasyonên leşkerî seranserî sala 1938’an dewam kirin û erdnîgariya Dêrsimê bi koçberiya zordarî û sirgûnkirinê bi berfirehî hate valakirin.

Di 15yê Sermaweza 1937an de li Dêrsimê, rêberê Elewiyên Kurd Seyîd Riza (74 salî), kurê wî Resik Huseyîn (16 salî) û bi tevayî 7 kes (li gorî hin rîwayetan 11 kes) bê ti rêbazên qanûnên di meriyetê de, bê darizandin û bê dadgeheke bi ser û ber avakirî li Qada Genim a Elezîzê hatine dardekirin.

Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Emniyetê yê wê demê İhsan Sabrî Çağlayangil di bîranînên xwe de teyîd kiriye ku li Dêrsimê, wek ku tê îdîa kirin, ti serhildan û raperîn çênebûne.

Em parêzvanên mafên mirovan, qetlîamên ku di salên 1937- 38an de li Dêrsimê hatine kirin, wek komkujiyê pênase dikin; ev yek di xala 76an a Qanûna Cezayî ya Tirk de jî hatiye pênasekirin. Gelê Dêrsimê van bûyeran wek “tertele” bi nav dike. Herwiha, di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Komkujiyê ya sala 1948an de jî, bûyerên li Dêrsimê qewimîne, wek komkujîyê hatine pejirandin.

Lêkolînên li ser qeydên fermî hatine kirin diyar dikin ku di komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-38an de 13.160 jin û zarok hatine kuştin û 11.818 kes jî sirgûn bûne. Nifşek ku bi navê Keçên Winda yên Dêrsimê tên zanîn, ji malbatên xwe hatine dûrxistin û ew wek zirkeç an wek jin dane malbatên biyanî. Ev yek, rewşeke din a komkujîyê ye.

İHD, her çendî ku bûyerên di salên 1937-38an de li Dêrsimê qewimîne wekî komkujiyê pênase dike jî, vê trajediya dîrokî ji aliyê hiqûqa mafên mirovan ve meseleyeke rûbirûbûna raboriyê ye û tenê dibe ku di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Ji bo rûbirûbûneke bi rabirdûyê re û ji bo heqîqet derkevin holê, divê vîneke xurt a sîyasî hebe.

Sala 2011an, serokwezirê wê demê Recep Tayyip Erdoğan, di Civîna Berfireh a Serokên Parêzgehan a AKPê de li ser Terteleya Dersimê axiviye; Raporta Dêrsimê ku bi destê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hatiye amadekirin nîşanî beşdarvanan daye û agahiyên li jor teyîd kiriye û CHP’ya wê demê tawanbar kiriye. Recep Tayyip Erdoğan gotiye, “Ger li ser navê dewletê lêborîn xwestin bivê, lîteratûreke wiha hebe, ezê lêborînê bixwazim û dixwazim. Dêrsim, di dîroka me ya nêzîk de yeke ji bûyerên herî giran û trajîk e. Dêrsim, karesateke li benda ronîkirinê ye”, lê Erdoğan hetanî îro ji bo lêborîna xwe bîne cih ti gavekî şênber neavêtiye.

Ji bo ku dewlet bi komkujiya Dêrsimê rûbirû bibe, berî her tiştî divê di bin banê Parlamentoya Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê de “Ji bo Dersimê Komîsyona Heqîqetê” bê damezirandin û piştî xebatên vê komîsyonê temam bibin, li gorî pêşniyarên komîsyonê verastkirinên qanûnî bên pêk anîn û komkujî bê qebûl kirin, lêborîn bê xwestin. Herwiha, divê li ser çaraseriyên edaletê yên bi armanca tazminat û temîratê jî bê rawestin.

Daxwazên me yên bi lezgînî yên Komeleya Mafên Mirovan ji rayedaran ev in û em ji raya giştî re radigihînin ku emê pêvajoya bikaranîna van daxwazan bişopînin:

Divê lêborîn ji gelê Dersimê bê xwestin û navê Dêrsimê ji nû ve lê bê vegerandin;

Divê arşîvên dewletê yên li ser komkujiya Dêrsimê û komkujiyên din li ber raya giştî û zanîngehan bên vekirin;

Divê giramî û rêzgirtina Seyîd Riza û hevalên wî ku di komkujiya Dêrsimê de hatin dardekirin bê îadekirin; cihên mezelên wan bên diyarkirin û dest bi xebata mezelvekirinên din jî li gorî usulên guncav bêtin kirin.

Divê serencama keçikên piçûk ên ku bi navê “Keçên Winda yên Dêrsimê” tên zanîn û di operasyonên leşkerî de nehatine qetilkirin û ku malbatên leşkeran ew wekî zirkeç an jî qerwaş birine malên xwe bên diyar kirin û ew keçên winda bi malbatên xwe yî eslî re bigihijîn hev.

Divê dev ji siyaseta bêînsankirinê bê berdan û avakirina santralên hîdroelektrîkê û bendavên din bê betalkirin û herifandina xwezayî û çandî bidawî bibe.

Divê navendên baweriyên xwezayî û çandî bên parastin û ev navend dewrî nûnerên herêmî yên Dêrsimê (wek şaredariya Dêrsimê) bibin.

 

Komeleya Mafên Mirovan