Zimanê Dayikê Heq e, Roja Zimanê Dayikê Li Hemî Gelan Pîroz Be!

Zimanê dayikê ew ziman e ku gava zarok ji diya xwe re çêdibe, bêyî hewldaneke hînbûnê bi awayekî xwezayî hînî wî zimanî dibe; zimanê dayikê di nav jiyana rojane ya hevpar a civakê de tê bikaranîn û meriv bi wî zimanî civakî dibe, wisa jî meriv di nav xwezayîtiya dorhêla civakî de, di nav nirxên hunerî û çandî de ji ber xwe ve zimanê xwe hîn dibe. Zimanê dayikê bi vî rengê xwe hem mafekî takekesî ye hem jî mafekî hevbeş ê civaka xwemalî ye.

Tê zanîn ku îro li ser ruyê dinyayê kêmûzêde heft hezar ziman tên axaftin û ji van zimanan du hezar û pênc sed ziman di bin xetera tunebûnê de ne.

UNESCO, bi hewldana balkişandina ser vê xeterê, di 17’yê Mijdara 1999’an de, roja 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihandiye û ev roj ji sala 2000’an pê de hetanî îro, ji bo piştgiriya curbicurîtiya çandî û pirzimanî, wekî “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî” tê pîrozkirin.

Di sala 24’emîn a Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, mixabin tunebûna zimanan didome û gelek ziman jî di bin xetera tunebûnê de ne. Zimanên ku tune bûne û ên ku di bin xetera tunebûnê de ne zimanên cemaetên kêmîne ne û ên cemaetên dewletnebûnî ne. Zimanê dayikê ew ziman e ku takekesên cemaetan herî bi hêsanî pê civakî dibin, di nav hevkarîgeriyê de ne û bi herî rihetî geşedana xwe pê didomînin. Ji ber vê yekê, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê ji mafê mirovan e. Pêşveçûna cemaetên ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi dest xistine, bi her awayî zêdetir e û newekheviya di nav bera cemaetan de ji holê radike. Herwiha, hemî lekolîn diyar dikin ku zarokên bi zimanê dayikê perwerde dibin ji aliyê pedagojiyê ve bêtir biserketî ne.

Lêbelê, ji ber siyaseten bişêvker ên dewletên neteweyî yên dinyayê û sepandina wan a tekparêz (monîst), zimanê neteweyên serdest ji bo komên din jî dibe pêwîstî. Lê zimanê dayikê, veguhêzer û nîşander ê herî girîng ê hebûn û nasname û çanda civakan e. Civak bi zimanê xwe hene. Civakên zimanwindakirî nikarin hebûna xwe ya gelêrî bi hêsanî bidomînin. Hemû zimanên ku li dinyayê tên axiftin, ên ku ji holê rabûne û ên ku di bin xetera tunebûnê de ne, nirxên hevpar ên alem û dîroka însaniyetê ne. Divê siyasetên tekparêz û bişêvker û alavên stemkar ên li ser zimanan ji holê bên rakirin. Divê gel karibin bi zimanê xwe biaxivin, perwerde bibin, jiyan û çanda xwe bidomînin. Bi piranîparêziya (pluralîzma) zimanî û çandî, jiyana bi aşitî û azadî ya bi hev re ya civakan pêkan be.

Li Tirkiyê ji xeynî zimanê Tirkî, rewşa bikaranîna zimanê dayikê ji rewşa dinyayê a di vî warî de xerabtir e. Ligel ku tê zanîn li erdnîgara Tirkiyê di jiyana rojane de 36 ziman tên bikaranîn, li gorî UNESCOyê 3 ziman ji holê rabûne, 18 ziman jî di nav xetera tunebûnê de ne. Tevî ku li Tirkiyê gelek ziman hene, di çarçoveya giştînameyeke sala 2012an de pejirandî, ji xeynî Tirkî tenê hinek ji van zimanan dikarin di dibistanan de wekî dersa bijarte, ji pola pêncan destpêkirî, bên xwendin. Heta pola pêncan veqetîna zarokan ji zimanê dayikê û zordestiya li ser wan ji bo hînbûn û bikaranîna zimanê fermî di warê zanist, huner, çand û perwerdeyê de, binpêkirina mafê zarokan e û ji aliyê pedagojîyê ve jî perçebûna dinyaya zarokan ya derûnî, civakî û dilînî ye. Ligel ku hînkirina ziman û zaravayên cuda cuda wek dersa bijarte mafekî kêmber e, bijartin û hînbûna wan di dibistanan de hema hema ne pêkan e. Sedemî kêmasiya mamosteyên peywirdarkirî, şertê ku divê di polekê de herî kêm 10 xwendekar wê derse hilbijêrîn, tunebûna amûr û kitêbên perwerdeyê, nehaydarbûna zarok û malbatan ji dema hilbijartina dersan û pirê caran rêlibervekirina zarokan ji bo hilbijartina dersên olî, tew ev maf jî nayê bikaranîn. Herwiha, endîşeya malbat û zarokan ya rûbirûbûna cihêkarî û vederkirina civakî, ji aliyê daxwaza perdeya bi zimanê dayikê pêximker e.

“Pirsgirêka Kurdî” sereke pirsgirêkeke bingehîn a Turkiyê ye û lihêviya çareserkirinê ye; yek ji alava herî esasî ya pêşveçûna çareserkirina vê pirsgirêkê û pêkanîna aşitiya civakî, bêşik rakirina astengên li hember bikaranîna ziman û zaravayên Kurdî ye. Bêyî tu temînatên zagonî di sala 2009’an de destpêka weşana Kurdî di TRT 6ê de û di sala 2012an de destpêkirina sepana dersên bijarte, dûrî bicîanîna daxwaza bi milyonan Kurdan a li ser zimanê dayikê ye. Bikaranîna Kurdî di hemû qadên jiyanê de rastî gelek asteng û zordestiyên girîng tê, herwiha, şano, sînema, konsert û çalakiyên çandî ji aliyê rayedarên fermî ve tên qedexe kirin.

Di belgeyên navnetewî de, jidayikbûnê pê de, ji bo her zarokî dabînkirina hînbûna zimanê dayikê, bi zimanê xwe têkilbûna bi dinyayê re û beşdarbûna hemî pêvajoyên civakî, li ser pişta dewletan e.

Tirkiye, pêşî divê şerh û îtîrazên xwe yên li ser xalên 17, 29 û 30emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û xalên derbarê hînkirin û jiyandina ziman û çand û baweriyên cuda cuda di belgeyên gerdûnî yên mafên mirovan de demildest betal bike. Herwiha, di warê perwerdeyê de ji bo wekhevî û dorhêleke azadîxwaz ji bo her zarokî bê dabînkirin, divê Tirkiye bibe piştgirê Peymana NY-UNESCOyê ya bi navê “Di Warê Perwerdeyê de Peymana li Dijî Cihêkariyê” û pêdiviyên wê bi cî bîne.

Em, wek Komeleya Mafê Mirovan, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin ku yek ji mafên mirovan ên herî xwezayî ye û em dixwazin hemî kes bi zimanê xwe bi dinyayê rê bidin û bistînin.

Bila 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Ji Bo Hemû Zimanan Bibe Roja Azadiyê!

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Li Hemî Zimanan Pîroz Be!

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN